Li Qamişloyê gelek mal û Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin bombekirin

Dewleta Tirk a dagirker ji serê sibehê û vir ve li Qamişloyê gelek mal, li Dêrikê jî bendeke kontrolê û gundek bombe kir.

Dewleta Tirk a dagirker ji serê sibehê û vir ve li Rojava bombeyan li cih û warê sivîlan, binesazî û saziyên xizmetê dibarîne.

Li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê, li taxa Alayayê avahiyek hate bombekirin.

Li taxa Sînayê malek, xaçerêya Sonî û malek nêzî bazara li navenda bajêr hatin bombekirin.

Li rojhilatê Qamişloyê, navendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate bombekirin.

Li herêma Koçeratê ya li bajarê Dêrikê yê Kantona Cizîrê, bendeke kontrolê ya nêzî gundê Şirkê hate bombekirin.

Li Dêrikê gundê Girbelatê hate bombekirin. Têkildarî êrîşan agahiyên berfireh bi dest neketin.

ANF | Li Rojava qadên jiyanê yên sivîlan tên bombebarankirin (anfkurdi.com)