Li Rojava qadên jiyanê yên sivîlan tên bombebarankirin
Dewleta Tirk a dagirker li Rojava bombebarana li ser qadên jiyanê yên sivîlan didomîne. Di nava 48 saetên dawî de herî kêm êrîşî 56 herêman hate kirin.
Dewleta Tirk a dagirker li Rojava bombebarana li ser qadên jiyanê yên sivîlan didomîne. Di nava 48 saetên dawî de herî kêm êrîşî 56 herêman hate kirin.
Dewleta Tirk piştî derbeyên giran ên ji gerîla xwarî, car din êrîşî saziyên xizmetê û binesaziyên sivîlan ên li Rojava kir.
LI QAMIŞLOYÊ BOMBE LI MALEKÊ HATE BARANDIN
Di saetên sibehê de taxa Sîna ya li rojhilatê Qamişloyê ya Kantona Cizîrê bombe li malekê hate barandin. Têkildarî êrîşê hîna agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.
STASYONÊN ELEKTRÎKÊ DI HEDEFÊ DE NE
Li dijî stasyona elektrîkê ya Qamişloyê êrîşeke sêyem pêk hat. Di êrîşê de zirareke mezin di stasyonê de çêbû.
LI RIMÊLANÊ QADEKE FIREH HATE BOMBEKIRIN
Li Rimêlana girêdayî kantona Qamişloyê, depoyeke kel û pelên bîrên petrolê û stasyona elektrîkê bû hedefa êrîşên dagirkeran. Di bombebaranê de zirara madî çêbû.
7 GUNDÊN ZIRGANÊ HATIN BOMBEKIRIN
Dewleta Tirk û çeteyên wê li gorî dema herêmî di saet 11.00’an de bi çekên giran gundên Til El Werd û El Rebîat ên li başûrê navçeya Zirgan a kantona Hesekê û gundên Mihermele, Dada Ebdal, Bobî, Til Hirmil û Esediyê yên bakurê rojhilat bombe kirin. Bax û baxçeyên sivîlan zirar dîtin.
ÎRO LI DIRBÊSIYÊ SALONA DAWETÊ HATE HEDEFGIRTIN
Li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê saloneke dawetê hate bombekirin. Têkildarî êrîşî hîna agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.
Her wiha li Dirbêsiyê stasyona elektrîkê hate bombekirin. Di nava du rojên dawî de li Amûdê, Dêrik, Qamişlo, Tirbêspiyê, Kobanê û Eyn Îsayê stasyonên elektrîkê rasterast tên hedefgirtin û sûcên şer tên kirin.
LI TIL TEMIRÊ DEPOYÊN ZAD HATIN
Li gorî dema herêmî di derdora saet 09.00’an de dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran depoyên zad ên li gundê Um Kêf a Til Temirê bombebaran kir.
BÎLANÇOYA 48 SAETÊN DAWÎ
Dewleta Tirk a dagirker piştî êrîşên xwe yên di meha Kanûnê de, 12’ê Çileyê car din êrîşên xwe zêde kir.
Di êrîşan de tesîsên gaz, petrol û elektrîkê, febrîqe, nuqteyên asayîşê, aş, navenda çandiniyê, ambara genim û kargeh tên hedefgirtin.
Li gorî nûçeya ANHA’yê di nava 48 saetên dawî de bi balafirên şer û yên bê mirov êrîşî herêmê hate kirin. Di van êrîşan de 2 zarokên 3 û 4 salî, rojnamevanek û 6 welatî birîndar bûn û 5 leşkerên Şamê jî mirin.
Ofîsa Enerjiyê ya Kantona Firatê ragihand ku di encama êrîşan de stasyonên elektrîkê yên li Kobanê û Eyn Îsayê hatine hedefgirtin û ji xeynî wan elektrîka 660 gundan qut bûye.