Li Qamişloyê li dijî dagirkeriya Tirk mîtîngek hate lidarxistin

Bi sedan welatiyên herêma Cizîrê bi mîtîngekê dagirkeriya dewleta Tirk a li ser herêmên Kurdistanê şermezar kirin.

Bi tevlîbûna sedan welatiyên herêma Cizîrê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk mîtîngek hate lidarxistin. Welatiyan dagirkeriya dewleta Tirk a li ser herêmên Kurdistanê şermezar kirin.

Di mîtîngê de li ser navê rêxistina jinên Sûriyeyê Semer Abdullah axivî û got; “Piştî ku me ewqas serkeftin bidest xist, dewleta Tirk kete qonaxekî metrisiyê de. Bi hemû hêza xwe hewl dide, êrîşî me bike û deskeftiyên me ji holê rake. Lê bila baş bizanin ku wê berxwedana me heta dawiyê bidome.”

Piştre li ser navê rêxistina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Tehleht Yûnis axivî û wiha got; “"Em komkujiya 25’ê Hezîranê ku ji aliyê dewleta Tirk û hevkarên wê li dijî gelê me yê Efrînê pêk şermezar dikin. Em şehîdên xwe birêzdarî bibîrtînin. Piştî kuu berxwedana şervanên me li Kobanê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bi ser ket, êdî faşîzma AKP,ê berê xwe da Efrînê û bi awayekî tund gelên wê êşkence kirin û mafê mirovahiyê li wir çewisandin. Lê dewletên navnetewî bê deng man ev jî dibe encama li hevkirinê ye li ser xaka me ye".

Piştre endamê hêzên ewlekariya hundirîn Ûsama Husên helbestek xwend. Di dawiyê de jî li ser navê meclîsa Şengalê ya derveyî welat Beşîr Êzîdî got:"Yê ku li ser xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan be wê helbet serkeftin ya wan be.”

Mîtîng bi dirûşmeyan bidawî bû.