Li Qamişloyê ji bo Rêberê Gelê Kurd meşek girseyî hat lidarxistin
Bi sedan kesên ku li bajarê Qamişloyê meşiyan diyar kirin ku ew ê heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bidomînin.
Bi sedan kesên ku li bajarê Qamişloyê meşiyan diyar kirin ku ew ê heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bidomînin.
Çalakiyên li dijî tecrîda girankirinî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike. Duh li bajarê Qamişloyê li nêzî Stada Şehîdên 12′ê Adarê çalakiya konvedanê hatibû destpêkirin. Di roja duyemîn de bi sedan şêniyên pêkhateyên bajarok û navçeyên kantona Qamişloyê (Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîsê) herikîn bin konê çalakiyê. Çalakgeran pankartên bi nivîsa "Azadiya Rêber Apo mîsogeriya aştiya Rojhilata Navîn e" û berzkirina dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" ber bi avahiya Komîseriya Kar û Barên Koçberan a Neteweyên Yekbûyî ve meşiyan.
Li ber avahiya Komîseriya Kar û Barên Koçberan a NY`yê deqeyeke rêz hat girtin. Piştre bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, hevserokê Desteya Hundirîn Kenan Berekat axivî û têkoşîna gelan a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir.
Berekat bal kişand ser polîtîkayên tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Ji zêdetirî 25 salan ve tecrîdeke giran li dijî Rêberê mirovahiyê yê ku jiyan, fikr û felsefeya xwe xistiye xizmetî gelê xwe, tê meşandin. Bila tevahî cîhan bizanibe ku Rêber Apo ne bi tenê, bi mîlyonan kes bi wî re ne."
Kenan Berekat her wiha got: "Dewleta Tirk a faşîst digot ew ê bi girtina Rêber Ocalan doza gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn tune bikin, lê doza Kurd wê têk neçe, ji ber ku gelê me şaristaniyek li ser xaka Kurdistanê ava kiriye. Wê tu kes nikaribe îradeya me bişkîne, me îradeya xwe ji berxwedana zindana Amedê girtiye."
′BI AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBERTÎ WÊ KURDISTAN RIZGAR BIBE′
Berekat bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo rêgirtina li ber şer û kuştinê projeyên aştiyê pêşkêşî dewleta Tirk kir û wiha domand: "Her wiha Rêbertî ji dewleta Tirk re got, eger ku hûn di tunekirina me de îsrarê bikin, hingî em berxwedanê wekî rêbazê jiyanê esas digirin. Li ser vê esasî ji salan ve em li dijî polîtîkayên qirkirinê li ber xwe didin. "
Berekat xîtabî Neteweyên Yekbûyî jî kir û got: "Yê ku banga aştiyê dike niha di hucreyeke yek kesî de ye, lê kesên dîktatoriyê dimeşînin serbest in. Hûn erkên xwe yên qanûnî li beramberî Rêber Ocalan bi cih nayînin."
Kenan Berekat di dawiyê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga têkoşînê li tevahî pêkhateyan kir û got: "Rêber Abdullah Ocalan nûnertiya tevahî gelan dike. Eger Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad bibe wê Hewlêr, Qamişlo, Mehabat û Amedê rizgar bibin. Wekî erkekî neteweyî divê em ji bo azadiya wî têkoşînê bidomînin."