Li Qamişloyê ji bo azadiya Ocalan ciwan di çalakiyê de bûn

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî lidar xistin, pirtûk belavkirin û îmze kom kirin.

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ciwanên Rojava çalakiyên xwe didomînin. Di vê çarçoveyê de endamên TCŞ’ê û YJC’ê stand danîn û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li welatiyên Qamişlo belavkirin û derbarê girîngiya çalakiyên xwe de agahî dan.

Ciwanan her wiha di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ de îmze hatin berhev kirin.

Ciwanên çalakî birêve dibirin îşaret bi gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya “Me bi ciwantî destpêkir, emê bi ciwantî jî bi serbikevin” kirin û gotin, “Emê dest ji belavkirina fikrên azad û demokratîk ên Rêberê xwe bernadin û emê heya azadiya wî tim li qadan di nava çalakiyan de bin.”