Li Qamişloyê çalakiya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’ dewam dike
Çalakiya kovendanê ya li Qamişloyê ku di çarçoveya pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirgirêka Kurd re’ destpê kir, di roja duyemîn de dewam dike.
Çalakiya kovendanê ya li Qamişloyê ku di çarçoveya pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirgirêka Kurd re’ destpê kir, di roja duyemîn de dewam dike.
Bi dirûşma ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirgirêka Kurd re’ Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh li pêş avahiya Komserîya Kar û Barên Penaberan a NY′yê ya li bajarê Qamişloyê çalakiya konvedanê li dar xist.
Çalakî ji bo piştgiriya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ya 10`ê Cotmehê li ser asta cîhanê hatî ragihandin, tê lidarxistin.
Di roja duyemîn a çalakiyê de xelkê navçeya Til Koçer a kantona Qamişloyê berê xwe da konê. Xelkê Qamişlo, endamên Însiyatîfa Gel bi diruşmên ′Bê Serok Jiyan Nabe′ pêşwazî kirin.
‘BÊYÎ AZADIYA RÊBERÊ GELÊ KURD AŞTÎ PÊK NAYÊ’
Di bin konê de endama Însiyatîfa Gel Medya El Hiyawî axivî û wiha got: "Ji vir em dengê xwe tev li pêngava di oxira pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalana dikin û bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mirovî dikin ku dev ji siyasetên paşguhkirinê berdin, li deng û xwestekên me guhdar bikin."
Medya diyar kir ku bêyî azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne pêkan e aştî li Rojhilata Navîn pêk were, ji ber ku wî bingehên çareserkirina krîzên tevahî gelan danî. Medya soz da ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ewê têkoşînê bilind dikin.
‘PÊŞNIYARÊN RÊBER OCALAN ÇARESERIYA KRÎZÊ YE’
Endamê rêveberiya Meclisa Kantona Qamişlo Mesûd Yûsif jî axivî û got: "Pêşniyarên Rêber Abdullah Ocalan çareya yekane ya çareserkirina krîza Sûriyeyê ye. Bi saya felsefeya wî me pêkhateyên hermê herêmên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rê ve bir. Divê em li dora fikra Rêbertî heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bicivin."
Endama Kongra Star a Qamişloyê jî Henîfe Mihemed îşaret bi hejmara jinên beşdarî çalakiyê bûne kir û got ev nîşaneya îsrara jinan a xeta têkoşînê ye ku Rêber Abdullah Ocalan ji wan re daniye.
Çalakî bi sînevîzyona li ser armancên komploya navneteweyî, şîrovekirina pergala tecrîdê û êşkenceya ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan dewam dike.