Li Qamişloyê bombe li wesayiteke sivîl hate barandin: 3 kes birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Mesrefê yê Qamişloyê bombe li wesayiteke sivîl barand. Di encamê de 3 kes birîndar bûn.
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Mesrefê yê Qamişloyê bombe li wesayiteke sivîl barand. Di encamê de 3 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatin wergirtin, dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a bombebarkirî li gundê Mesrefê bombe li wesayiteke sivîl barand.
Hate ragihandin ku di encama êrîşê de 3 kes birîndar bûne. Li ser rewşa birîndaran agahî bi dest neketin.