Li Qamişloyê Baxçeya 4’ê Nîsanê hat vekirin

Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qamişloyê Baxçeyê 4’ê Nîsanê hate vekirin.

Nivîsgeha PYDʹê ya bajarê Qamişloyê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Baxçeya 4ʹê Nîsanê li taxa Hilêliyê vekir.

Di merasîmê vekirina baxçeyê de bi dehan şênî, malbatên şehîdan, endamên PYD û Kongra Star amade bûn.

 Di baxçeyê de dar hatin çandin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Her wiha di baxçeyê de pirtûkxaneyeke pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan cih digire.

Deriyê baxçeyê ji aliyê dayika şehîd Delîl ê YPGʹî, Şeha Hesarê ve hat vekirin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê  Ebdullah Îsa 4ʹê Nîsanê li şervanên azadiyê pîroz kir û got: "4ʹê Nîsanê ji bo me vejîneke. Rêbertî gelên bindest ji zilm û înkarkirinê rizgar kir. Rêbertî bi fikrê xwe jiyanek û jineke azad ava kir. Divê em 4ʹê Nîsanê bikin roja xwedîderketina li Rêbertiya xwe."

Di merasîmê de pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li beşdaran hat belavkirin.