Li Qamişlo Xebat Dêrik hate bibîranin

Welatiyên Dêrikê di salvegera şehadeta Xebat Dêrik de, bi merasîmekê Dêrik li ser gora wî bi bîr anîn.

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê tevî nûnerên saziyên civaka sivîl û Meclîsa Malbatên Şehîdan ji bo bîranîna salvegera 8`emîn a şehadeta Mehmûd Remedan(Xebat Dêrik), berê xwe dane Goristana Şehîd Xebat Dêrik.

Bîranîn bi merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên YPG`ê ve dest pê kir. Piştre ji fermandarên YPG’ê Bedran Dêrik axivî û şehîd Xebat Dêrik û hemî şehîdên şoreşê bi bîr anîn.

Dêrik wiha got: "Tevgera me ya ku ji bo azadiya gel têdikoşe, ji destpêkê ve rastî komplo û planên dewletên dagirker û faşîst hat. Lê baweriya me bi hêz, şoreş û gel heye ku dê armanca şehîdan a rizgarkirina gel ji bin zilma faşîst û dagirkeran pêk bîne. "

Piştre hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen wiha axivî: "Di ser şehadeta şehîd Xebat Dêrik re 8 sal derbas bûn, lê hîna jî di dil û wijdanê me de zindî ye. YPG’ê li ser şopa damezrîner û fermandarê xwe yê YPG`ê gelek serkeftin pêk anîn."

Hesen wiha axafina xwe domand: "YPG’ê li dijî plan û komployên ku li dijî gel hatin birêxistinkirin sekinî û serkeftinên mezin pêk anîn. Her wiha hewl da ku Sûriyeke demokratîk ava bike."

Birayê şehîd Xebat Dêrik jî Husên Remadan wiha got: " Em soz didin gel û hêza xwe ku em ê rêya şehîdan ta pêkanîna armancên wan bişopînin."

Piştî axaftin bi dawî bûn, malbata şehîd Xebat wêneyeke wî diyarî Fermandariya YPG`ê kirin. Piştre şêniyan bi dirûşmeyan dilsoziya bi şehîdan re diyar kirin û tilîliiyên dayikan çîçek danîn ser gora şehîd Xebat.

Şehîd Xebat Dêrik damezrînerê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bû û di pêşxistina têgeha parastina cewherî li Rojava de, xwedî roleke sereke bû.