Li Qamişlo û Tebqayê cenazeyên şehîdên azadiyê hatin veşartin
Li Tebqa û Qamişloyê cenazeyên 6 şervanên azadiyê yên di dîrok û cihên cuda di berxwedana azadkirina xaka xwe ji çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bibûn hatin veşartin.
Li Tebqa û Qamişloyê cenazeyên 6 şervanên azadiyê yên di dîrok û cihên cuda di berxwedana azadkirina xaka xwe ji çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bibûn hatin veşartin.
TEBQA
Karwanê şehîdên Pêngava Rizgarkirina Reqayê Abdullrehman Derwîş (Zinar), Ebd Mecîd Mehmûd (Ebû Esed) û Elî Abdullah (Elî) ji kantona Kobanê ya herêma Firatê bi rê ket û li daketina bakurê Tebqayê li ser Bendava Firatê ji aliyê bi sedan welatiyên herêma Tebqayê ve hatin pêşwazîkirin.
Piştî ku gelê Tebqayê şehîdên xwe wergirtin, berê xwe dan goristana şehîdan a Tebqayê.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê Hêzên Erkaxweparastinê ve hate destpêkirin. Di merasîmê de endamên Meclîsa Sivîl a Tebqa, Meclîsa Jin a Tebqa, rûsipî û serokên eşîran, amade bûn.
Ji Fermandarên QSD`ê Zinar Kobanê di merasîmê de axivî û diyar kir ku îro rastiya dewleta Tirk û dewletên ku qaşo piştgiriya Sûriyeyê dikin ên wekî Îran û Rûsya, derket holê û qafîleyên DAIŞ`ê di bin sîwana Rûsya de dimeşin.
Kobanê got ku di demeke nêz de wê Reqa were rizgarkirin û ew ê li dijî DAIŞ`ê şer bikin heta dawiyê.
Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Sivîl a Tebqayê Asya Xerbî axivî û got ku ev in ciwanên Sûriyeyê ku rêya serkeftinê xêz kirin û yekîtiya gelan pêk anî û wiha pêde çû: “Li ser axa Firatê xwîna Ereb û Kurdan tevlî hev bû û ciwanên wê di oxira armancên gelan de canê xwe dan”.
Endama Komîteya Malbatên Şehîdan Îbtîsam Îbrahîm axivî û soza şopandina rêya cangoriyên azadiyê da.
Endamê Meclîsa Êlan Şêx Ehmed Hisên axivî û bi helbestekê şehîd wesif kirin.
Piştî axaftin bi dawî bûn, Endama Komîteya Malbatên Şehîdan Ebîr Mûsa nasnameya her sê şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.
Di dawiya merasîmê de, bi tilîliyên dayîkan û dûrişmeyên şehîd namirin, cenazeyên her sê şehîdan hate definkirin.
QAMIŞLO
Welatiyê bajarê Qamişlo cenazeyên 3 şervanên YPG`ê ku di bersivdayîna êrîşa çeteyên DAIŞ`ê ya di 19`ê Îlonê de li ser Şedadê şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir kirin.
Gel cenazeyên şehîd Mihemed Cedan (Dilbirîn Qamişlo), Îsmaîl Hesen û Osman Hesekê ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişlo wergirtin û bi karwanekî berê xwe dan Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgitina leşkerî ya ji aliyê şervanên YPG û YPJ`ê ve hate destpêkirin. Piştre ji fermandarên YPG`ê Amed Amed, Hevserokê Desteya Parastinê ya kantona Cizîrê Rêzan Gulo û malbata şehîd Dilbirîn, biyarê wî Mecîd Cedan axivin.
Axafitvanan sersaxî ji malbatên her sê şehîdan re xwestin û rola wan di parastina welat û gel de anîn ziman. Her wiha axaftinvanan soza dewamkirina rêya şehîdan careke din dûbare kirin.
Piştî ku nasnameya şehîdan hate xwendin û şûnde cenazeyên her sê şehîd bi dûrişmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin veşartin.