Li Qamişlo û Reqayê çalakî: Bila dewleta Tirk ji Sûriyeyê derkeve

Meclîsa Jinan a Sûriyeyê li Reqa û Qamişloyê çalakî li dar xist û xwest bila dewleta Tirk ji Sûriyeyê derkeve.

QAMIŞLO

Meclisa Jinan a Sûriyeyê li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo, çalakiyek li dar xist. Nûnerên hemû rêxistinên jinan û saziyên civaka sivîl beşdarî çalakiyê bûn. Beşdaran pankartên “Edalet ji bo jinên Efrînê”, “Dagirkeran darizînin”, “Efrîn bajarekî Sûriyeyê ye dagirkerî li sûcekî dijî mirovahiyê ye”, “Qirkirina jinan rawestînin, dagirkerî tundî ye” hildan.

Di çalakiyê de, berdevka Meclisa Jinan a Sûriyeyê Lîna Berekat daxuyaniya meclisê xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, hişt ku zêdetirî milyonek welatiyên Sûriyeyê ji warê xwe koç bikin û wiha hate gotin: “Ne kevir, ne jî mirov, tiştek ji vê dagirkeriyê nefilitî. Dewleta Tirk a dagirker di êrişa xwe de çekên qedexekirî û komên çekdar ên terorîst bi kar anîn. Bi vê yekê têkiliya dewleta Tirk bi komên çeteyan ên cuda re ku di lîsteya terorê ya cîhanî de ne, ji her kesî re eşkere bû.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku jinên Efrînê gelek azar kişandin û rastî kuştin, revandin, tecawizkirin û koçberkirinê hatin. Her wiha hate diyarkirin ku jinên Efrînê di aliyê cinsî de hatin bikaranîn û wiha dewam kir: “Jin hatin revandin û ji Lîbyayê re hatin şandin, bi vê yekê bûn qurbaniyên binpêkirinên cinsî. Tundiya li dijî wan dikeve asta sûcên şer û sûcên dermirovî. Kiryarên tund û çewisandinê bandoreke neyinî li jinan dikin û dibin sedem ku ew ewlehî, mal, jiyan, endamên malbatên xwe ji dest bidin.”

Her wiha bang li hemû aliyên Sûriyeyê hate kirin ku tundiyê û kuştinê yekser rawestînin û bang li saziyên civaka navneteweyî jî hate kirin ku alîkariya gelên Sûriyeyê bikin da ku sînorek ji gefên domdar ên dewleta Tirk ên li ser xaka Sûriyeyê re bê danîn, artêşa Tirk neçar bikin ku bêyî şert û qeyd ji xaka Sûriyeyê derkeve.

REQA

Li Reqayê jî, Meclisa Jinan a Sûriyeyê li Parka Şehîd Hevrîn Xelef çalakiyek li dar xist. Endama rêveberiya Meclisa Jinan a Sûriyeyê Sûad Kurdî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de binpêkirinên li dijî welatiyên Sûriyeyê hatin şermezarkirin û wiha hate gotin: “Da ku em xwe bigihînin çareseriyeke siyasî ji bo aloziya Sûriyeyê û rijandina xwînê rawestînin, divê li gorî lihevkirinên navneteweyî biryarek bê dayîn û artêşa Tirk neçar bike ku ji xaka Sûriyeyê derkeve.”