Li Qamişlo ji bo şehîda Bestayê Zozan Cûdî merasîm hate lidarxistin

Li Goristana Şehîd Delîl Saruxan ji bo gerîlaya YJA STAR Zozan Cûdî (Zoxan Temir) ku li Bestayê şehîd bibû, merasîma bibîranînê hate lidarxistin.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê ji bo Zozan Cûdî ku di 15’ê Mijdarê de li Bestayê şehîd bûbû, merasîmeke girseyî li dar xist.

Bi sedan kes beşdarî merasîma bibîranîna şehîd bûn. Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Emîn û Hevseroka Desteya Darayî ya Kantona Cizîrê Remziya Mihemed di merasîmê de axivîn. Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Dayika Zozan Cûdî Eyşe Temo jî axivî û wiha got; “Şehîd ji bo azadiya gel û Rêber Ocalan canê xwe feda dikin.”

Piştî axaftinan nasnameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Merasîma bibîranînê bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.