Li Qamişlo ji bo bîranîna Sîbel Bulut dara sêva hate danîn
Ji bo yek ji fermanara MLKP'ê Sîbel Bulut (Sarya Ozgur) ku di berxwedana Kobanê de şehîd bûyî li Qamişlo bîranînek hate lidarxistin û dara sêvê hate danîn.
Ji bo yek ji fermanara MLKP'ê Sîbel Bulut (Sarya Ozgur) ku di berxwedana Kobanê de şehîd bûyî li Qamişlo bîranînek hate lidarxistin û dara sêvê hate danîn.
Endamên Tevgera Şoreşgerên Komunîst (TKŞ) û Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ) yek ji fermandarên MLKP'ê Sîbel Bulut ku 12'ê Kanûna 2014'an li Kobanê şehîd bûyî bi bîr anîn.
Komunîstên Rojavayî li Parka Rêbertî ya li Taxa Hilêliyê daxuyaniya çapemeniyê dan û gotin ,''Şehîd Sarya nemir e''.
Endama JKŞ'ê Cîhan Ehmed di bîranînê de axivîv û got du jinên şehîd ên MLKP'ê li Rojava hene.
Ehmed bi berdewamî got, ''Em ê li ser rêya Şehîd Sarya bimeşin. Em ê di rêya azadî û sosyalîzmê de bibin şopdarê wê. Şehîd Sarya ji bo şoreşê şehîd bû, em jî soz didin ku şoreşê geş bikin. Em ê şoreşa Rojava ber bi şoreşa sosyalîst ve bibin.''
Piştî axaftinan ji bo Sîbel Bulut dareke sêvê hate çandin.