Li Qamişlo cenazeyên 2 şervanên azadiyê hatin veşartin

Welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyên 2 cangoriyên azadiyê yên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûne, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo û gundewarên wê li pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a li Taxa Enteriyê kom bûn, cenazeyên şervanê YPG′ê Bengîn Cemîl (Goran Nûroj) û şervanê Hêzên Xweparastinê Xelef Hemze yên ku di operasyona rizgarkirina Tebqayê de şehîd bûne, wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve ketin rê.

Li goristanê merasîm li gel rêzgirtinekî leşkerî ve destpê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatma Tahir axivî, sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û bal kişand ser girîngiya domandina têkoşîn û berxwedana li dijî êrîşên dijmin.

Her wiha Fermandarê YPG/YPJ′ê Gelî Şemezînan jî, sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û wiha wiha got: ″Şehîdên me pêşengên me ne û rêya serkeftinê ji me re ronî dikin. Em soza şopandina rêya têkoşînê didin, da hemû axa Sûriyeyê ji zilm û desthilatdariyê rizgar bibe.″

Di dawiya merasîmê de, nasnameyên cangoriyan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan li goristanê hatin veşartin.