Li pêşiya çeperên Rûs peyamên berxwedanê

Li Eyn Îsayê ya ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîş dikin û şervan li ber xwe didin gel jî li pêşiya baregeha Rûsyayê ya ku li hemberî dagirkeriyê bêdend dimîne, çalakiya bi kon li dar xist.

Piştî meha Mijdarê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî Eyn Îsayê kirin. Di meha Kanûnê de ev êrîş zêde bûn. Piştre gundên Seyda û Malikiye hatin bomberdûmankirin û piştre jî top avêtin navenda bajêr.

Herî dawîn jî di 18’ê Kanûnê de êrîşî gundên Mişefre û Cebelê hate kirin. Li hemberî van êrîşan YPJ, YPG û QSD’ê li ber xwe dan. Di van êrîşan de 19 leşkerên Tirk û çete û hatin kuştin, 9 çete û leşkerên Tirk jî birîndar bûn.

Ev êrîş dibin sedema kuştin û birîndarbûna sivîlan û gund û bajarok jî wêran dibin. Ji ber bêdengiya hêzên Rûsya û rejîmê Ciwanên Şoreşger li hemberî çeperên Rûsyayê çalakiya bi kon dan destpêkirin. Kongreya Starê çalakî wergirt.

Çalakiya bi kon di 19’ê Kanûnê de hate destpêkirin û di dema daxuyaniyê de jî dagirkeran bi çekên giran êrîşî kêleka çeperên Rûsyayê kirin û fîşekên deng avêtin. Ligel ku êrîş hate kirin jî gel bi serbilindî slogan berz kir.

Di 21’ê Kanûnê de jî bişev artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrîşî gundên Mişefrayê kirin. Her roj çete di weşanên xwe de daxuyaniyan didin û dîmenên 4 sal berê belav dikin û bi nûçeyên derew xwe dipesinînin. Di heman demê de ji bo ku li ser gel şerê psîkolojîk bike, gel bide revandin û malên wan talan bikin van tiştan dikin. Gel diyar dike ku ew ê li hemberî vî tiştî li ber xwe bide û dev ji axa xwe bernede.

Li dijî derew û êrîşên çeteyan ji bo piştgiriya çalakiya bi kon îro gel ji Kobanê û Reqayê hatin. Komên ku çalakî dewr stendin bi coş û moralekî mezin helwesta xwe diyar kirin.