Li nava çolê, çepereke kontrol û parastinê ya QSD'ê

Li nava çolê, li hundirê çepereke ji axê bi şev û bi roj, havîn û zivistanê herêmê li dijî DAÎŞ'ê diparêzin.

Pêngava Bagera Cizîrê ya li Dêra Zorê ev 118 roj in dewam dike. Beşek ji hêzên operasyonê yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) gundên di destê DAÎŞ'ê de mane rizgar dike, beşek jî di çeperan de parastinê dike. Çeperên herî dijwar jî li çola nêzî sînorê Iraqê ye ku ne serî ne jî dawiya wê xuya dike. Me serdana van çeperan kirin, rewşa şervanan dîtin û li wan guhdarî kirin.

BI BIRYAR, COŞ Û WÊREK IN

Li bendeke parastinê ya li nêzî sînorê Iraqê em dibin mêvanê şervanên ji herêma Qamişloyê. Şervanên Kurd, Ereb û Suryanî li vê çeperê ne. Benda ku em bûne mêvanên wê ji şervanên Kurd û Ereb pêk tê. Bi hev re ketine çeperê û şer dikin; di wê baweriyê de ne ku jiyan û mirin divê bi hev re bin.

Li çolê korîdorek vekirine û bi vî rengî xwe gihandine sînorê Iraqê. Li vê çolê gelek herêmên di destê DAÎŞ'ê de ne hene. Di pêngavê de cihê xwe di rizgarkirina gund û bajarokan de girtin, lê belê niha wezîfeya wan parastina sînor e. Çola dûz û zer a Dêra Zorê, bê serî û bê dawî xuya dike. Li nava vê çolê çepergirtin ku li her du aliyan DAÎŞ heye, ne karekî hêsan e. Haya wan ji vê rewşê heye. Lê dîsa jî tirs bi wan re nîne. Bi coş û biryar in ku dawî li DAÎŞ'ê tînin.

ŞERT Û MERC ZEHMET IN, LÊ GILÎ Û GAZINAN NAKIN

Mîna benda wan, li nava çolê gelek çeperên din hene. Konên xwe li nava çeperên ji axê vedane û di serma çolê de xwe bi betaniya xwe germ dikin. Li çolê tiştek nîne ku karibin bişewitînin. Lewma xwarin û çaya xwe li ser êzingên lojîstîk tîne çêdikin. Ava wan jî ji aliyê lojîstîkê ve tê anîn û divê bi baldarî wê bi kar bînin.

Tevî ku şert û mercên ew tê de ne gelekî zehmet in jî, gilî û gazinan nakin. Rûyê wan timî li ken e. Hinek nobedê digirin, hinek sohbetê bi hev re dikin, hinek jî bi karekî din mijûl in. Bi rûkenî me pêşwazî dikin. Ji bo ewlekariya me, nahêlin ku em zêde li cem wan bimînin. Armanc û hêviya hemûyan yek e: "Qedandina DAÎŞ'ê, aram û ewlekirina gelên Rojava û Sûriyeyê û bersiva ji bo şehîdan e."

'EM AMADE NE LI HER DERÊ ŞER BIKIN'

Şervanê Ereb ê bi navê Lewent Qamişlo, sala 2014'an tevlî nava refên YPG'ê bûye. Qamişlo anî ziman ku ji bo şer li dijî DAÎŞ'ê bike ew tevlî QSD'ê bûye û got, "Înşaleh em ê bi şerê xwe yê dijî DAÎŞ'ê re aramiyê ji bo gelên Rojava û Sûriyeyê bînin."

Şervanê Ereb ê ji Til Hemîsê Ferhan Xeyrî jî got, "Moralê me gelekî baş e, ji bo qedandina DAÎŞ'ê em amade ne li her devera Sûriyeyê şer bikin."

Şervanê Ereb ê ji Tirbespiyê yê bi navê Demhat anî ziman ku wan pêla zilmê ya DAÎŞ'ê ji holê rakirine û pêşî li hemû êrîşên leşkerî û siyasî giritne. Demhat destnîşan kir ku wê zilma DAÎŞ'ê bi temamî biqedînin û got, "Em li ser sînorê Iraqê ne. Em li çola Dêra Zorê ne, lê belê ji hemû pêngavên mîna Cerablûs û yên weke wê re jî amade ne. Weke şervanên QSD'ê em ê li dijî her êrîşa li hemberî welatê xwe bersivê bidin."

Şervanê Kurd Reşo Qamişlo diyar kir kir ku DAÎŞ êdî di çembera wan de ye û got, "Gelên Kurd, Ereb, Suryanî û gelên din em hemû li vir bi hev re li dijî çeteyan şer dikin. Em ê heta dawiyê şer bikin û serketineke mezin bi dest bixin."

Baran Qamişlo şervanekî hê 18 salî ye. Wiha dibêje, "Em ê bibin bersiv ji şehîdên xwe re. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li ser şopa wan bin."