Li Minbicê tûgaya şehîd Ebû Casim El Begarî hate avakirin

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku tûgaya şehîd Ebû Casim El Begarî hate avakirin ya ku 225 şervan lê perwerde dibûn.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê tûgaya şehîd Ebû Casim El Begarî ava kir. Tûgay piştî perwerdehiya leşkerî ya 225 şervanan hate avakirin.

Avakirina tûgayê îro bi merasîmekê hate eşkerekirin.

Fermandarê Meclîsa Leşkerî yê Minbicê Îbrahîm El Benawî got, “Ji bo ku em axa xwe ji dagirkeran  biparêzin, me rahişt çekê û me dest bi berxwedanê kir.”

Îbrahîm El Benawî diyar kir ku Minbic bi xwîna şehîdan hatiye azadkirin û ew ê têkoşîna li ser xeta şehîdan bidomînin.

Çalakî bi sondxwarina şervanan bi dawî bû.