Li Minbicê teqîn: 4 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn

Li Minbicê li qada Xaçerêya Şehîdan teqînek çêbû. 2 jê zarok 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li qada Xaçerêya Şehîdan a Minbicê di wesayitekê de teqînek çêbû.

Ji ber teqînê 2 jê zarok 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 5 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, kesên jiyana xwe ji dest dane, Sefiyan Şêx Casim (3), Rim El Henifi (35), Nur El Henifî (25) û Seid El Henifi (5) ne.

Birîndar jî rakirin nexweşxaneya Minbicê.