Li Minbîcê teqîn: 3 zarok mirin-NÛ BÛ

Li devera nêzî benda kontrolê ya li bakurê Minbîcê teqînek pêk hat û 3 zarok mirin.

Li devera nêzî benda kontrolê ya bi navê 4 kêlometre ya li bakurê Minbîcê teqînek pêk hat. Teqîn di dema zarokan pezê xwe diçêrandin de pêk hatiye û di teqînê de  3 kes mirin.

Navê zarokên ku mirine wiha ne: Mecid El-Casim (15), Hemûd El-Casim (13) ve Casim El-Mihemed (10)

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nê piştî teqînê hatin cihê bûyerê cenazeyên zarokên ku miribûn rakirin nexweşaneyê.

Vê sibê jî li Sûka Çarşemê ya Minbicê teqînek bi motorsiklêtekê pêk hatibû û di encamê de 2 sivîl şehîd û 4 jî birîndar bûbûn.