Li Minbicê teqîn: 2 sivîl mirin
Di teqîna li navenda sûka Minbicê pêk hat de 2 kes mirin, 4 kes jî birîndar bûn.
Di teqîna li navenda sûka Minbicê pêk hat de 2 kes mirin, 4 kes jî birîndar bûn.
Li sûka Çarşemê ya li gundê Farat a dikeve rojavayê Minbciê motorsiklêtek bombebarkirî teqiya.
Di teqînê de 2 sivîl mirin, 4 jî birîndar bûn.
Yek ji yê şehîd bûne Mihemed Ebdo yê 27 salî ye, ji birîndaran ên navê wan hatin zanîn jî ev in; Elî Berho (12) û Ehmed Mihemed (40).
Li gorî şahidan li ser gotina kesekê ya ku motorsiklêta wî xirabûey li sûkê hiştiye, dema ji sûkê derket, piştre teqîn pêk hatiye.