Li Minbicê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon hat vedan
Di çarçoveya pêngava cîhanî ya 10’ê Cotmehê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd de li Minbicê kon hate lidarxistin.
Di çarçoveya pêngava cîhanî ya 10’ê Cotmehê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd de li Minbicê kon hate lidarxistin.
Rêxistina Minbicê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê bi armanca piştgirîdayîna pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” çalakiya kon da destpêkirin.
Endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, komîte û saziyên girêdayî wê, rêxistinên sivîl, meclîsên bajar û gund û rûspiyên eşîran beşdarî çalakiya ku li Qada Saetê hate destpêkirin, bûn.
Di çalakiya kon de endamê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Minbicê Hisên Begari axivî û wiha got: "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê terora DAIŞ'ê têk birin û îro bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan fêrî berxwedanê bûne. Li dijî dijminên gel şer bikin, heman vîn û ruhê têkoşînê bi dest xistin. Di heman demê de li dijî dewleta Tirk a dagirker jî li ber xwe dide.”
Begarî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em weke ciwanên ku rêya Rêber Abdullah Ocalan dişopînin, hewl didin fikra Neteweya Demokratîk belav bikin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe em berxwedanê mezin dikin.”
Piştre sînevîzyona li ser komploya navneteweyî, armanca dewletên kapîtalîst di vê komployê de û berxwedana Abdullah Ocalan a li Girtîgeha Îmraliyê hate nîşandan.
Di kon de parêznameyên ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatibûn nivîsandin jî hatin danîn. Çalakî wê danê êvarê bi beşdarbûna pîşengên eşîran, endamên saziyan, komîteyên jinan, Meclîsa Dada Civakî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, HPC û bi sedan şêniyên bajar û gundan bi dawî bibe.