Li Minbicê cenazeyê 3 şervanan hatin sipartina axê

Welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên 2 şervanên Lîwa Tehrîr El-Firat ê girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û cenazeyê şervanê HPC’ê, li Goristan Şehîdan a Minbicê sipartin axê.

Bi sedan welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên şervanên Lîwa Tehrîr El-Furat a girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Neşet Osman,û Iyad Ehmed ên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de û Endamê HPC′ê Îbrahîm Hamîd ê ku li Bendava Firatê dema ku erka xwe ya leşkerî pêk danî şehîd bibûn, li Goristana şehîdan a bajarê Minbicê bi merasîmekê ve sipartin axê.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve despê kir. Piştre Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced û Hevserokê Meclîsa Sivîl a Minbicê Farûq El-Maşî axivîn, sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakurê Sûriyeyê şermerzar kir. Emced destnîşan kir ku Tirkiye bi van êrîşan hewl dide pêngava rizgarkirina Reqayê asteng bike.

Axaftvanan soza şopandina rêya şehîdan heta avakirina Sûriyeke demokratîk û pireng ji bo tevahî gelê Sûriyeyê da.

Di dawiya merasîmê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên şervanan bi dirûşman ve hatin sipartina axê.