Li kolanên Efrînê kêliyên ji rojeke berxwedanê

Li Efrînê ku êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker dom dike, tevî polîtîkayên qirkirin û mêtîngeriyê gel bajêr naterikîne. Li Efrîn gel wiha dibêje: “Em li vir in, em xaka xwe naterikînin.”

Êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê roja 52’an li pey xwe hişt. Tevî agirbesta ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya li tevahî Sûriyeyê, tevî bomberdûmana balafirên şer û çekên giran a li ser gundên girêdayî navçeya Efrîn û Efrînê her ku diçe hejmara welatiyan a li vî bajarî zêde dibe.

Li Efrînê, dewleta Tirk a dagirker ku ji bo êrîşên xwe yên li ser herêmê meşrû bike li ser tevnên civakî dezenformasyona ‘YPG rê nade ku gel ji bajêr derkeve’ dike, her ku diçe hejmara welatiyên berê xwe didin Efrînê zêde dibin. Pêwîstiyên welatiyên ji ber şer koçî herêma Efrînê kirî ji aliyê komunên bajarê ve tên pêşwazîkirin. Li bajêr hema bêje di her malekê de 2-3 malbat bi hev re dijîn.

Efrînê ku ji ber rewşa xweya aram bûyî sitargeha welatiyên Sûriye û Bakurê Sûriyeyê her diçe zêde dibe, li Efrînê gelek malbat li avahiyên vala yên bajarê û kampên ku ji aliyê Rêbeberiya Kantona Efrînê ve hatibûn amadekirin bi cih bûne û dijîn. Tîma ANF’ê têkildarî hejmara welatiyên li Efrînê û koçberên koçî herêmê kirî re axivîn.

TEVÎ HEMÛ ZORIYAN JÎ BERXWEDANA ME DOM DIKE

Piştî ku artêşa Tirk a mêtînger Bendava Meydankê ya ku yekane çavkaniya avê ya ji bo bajarê Efrînê dihate dabînkirin kire hedef û şûnde, li bajêr pirsgirêka avê derket û av ji bîrên berê yên li nava bajarê tên dabînkirin. Rêveberiya Komîna taxê Reşen Hesenn a ku tangerên şaredariyê li kolana Hareta Melayî ava li gel belav dike, diyar kir ku di rojên zor û zehmet re derbas dibin û bibîr xist ku wê vê rewşê derbas bikin. Hesen wiha got: “Dewleta Tirk dixwaze Efrînê vala bike. Em li vir in, em xaka xwe naterikîni. Her ku diçe koçberî zêde dibe, ev jî barê me giran dike, lê bi hevkariya gelê xwe em van pirsgirêkan çareser dikin.”

‘EM TERKA XAKA XWE NAKIN’

Gelek malbatên ji gund û navçeyên cihê yên Efrînê hatin li nava avahiyên nîv çêkirî de dijîn. Gelek malbat bi hev re dijîn, li nava avahiyên ku ne derî û ne şibake heyî, welatiyên ku li erdê berikek raxistine li gel zarokên xwe dijîn. Selwa Reşo ya ku zarokekî xwe di nava Erka Xweparastinê de şehîd dayî û ji gundê Cestelê Muxtar koç kirî ye.

Selwa destnîşan kir ku 4 malbatên ku ji 20 kesan pêk tên li nava avahiyeke ku ne derî û ne jî şibakên wê hene dijîn û got: “Em terka xaka xwe nakin. Em bêjin em ê biçin, em ê berê xwe bidin kû. Er ê, tengavî heye. Elektirîk, ava me tine, bê ku em tiştekî xwe bigirin ji mala xwe derketin, lê em qet terka xaka xwe nakin.” Jin bi navê Şîrîn Hemudê jî diyar kir ku ya li qateke din 33 kes dijîn, anî ziman ku Efrînê bernadin.

JI CIZÎRÊ PIŞTGIRIYA JI BO BERXWEDANÊ

Dema em ji Haretê Meelayê ber bi Qada Newrozê ve ketin rê, em rasta gelek otobusên ku di trafîkê de rawestiyabûn hatin û ji ber zêdehiya wan wesayîtan em hêdî hêdî bi rê diketin. Em li otobusekê siwar dibin û rastî welatiyên ku ji herêmên cuda yên Bakurê Sûriyeyê ku ji bo piştgirî bidin Berxwedana Serdemê ya ku berê xwe dabûn Efrînê hatin.

DEWLETA TIRK DIXWAZE SÛRYEYÊ PARÇE BIKE

Dema ku em ji Qada Newrozê ber bi taxa Mehmudiyê û ji wir jî ber bi Qada Azadiyê ve ketin rê, me rastî komeke Kurd, Ereb û Suryanên ku ji Til Temirê ji bo tevlî berxwedana Efrînê ketibûn ser rê hatin. Welatiyê bi navê Xelef Ineha diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze xaka Sûriyeyê dagir bike û got: “EM li Sûriyeyê, Ereb, Kurd, Suryan û Durzîler bi hev re wek bira dijîn. Dewleta Tirk bi dagirkirina Efrînê re yekîtiya me dike hedef. Divê me li dijî vê bibin yek. Dewleta Sûriye bi erka xwe ranabe. Li dijî dagirkirina dewleta Tirk bêdeng in. Em weke gelên Sûriyeyê em vê dagirkeriyê qet qebûl nakin.”