Li Kobanê leşkerekî hikûmeta Şamê hate kuştin

Li gundê Qeremox ê Kobanê yê li ser sînor, leşkerekî hêzên hikûmeta Şam bi guleya sekvanên artêşa Tirk a dagirker de hate kuştin.

Leşkerên  artêşa Tirk a dagirker gule berdan benda hêzên hikûmeta Şamê ya li gundê Qermox ê sînorî yê gundewarê rojhilatê Kobanê. Di encamê de leşkerekî hêzên hikûmeta Şamê hate kuştin.

Li gorî agahiyan, navê leşkerê hatiye kuştin, Celal Kemal e û ji parêzgeha Siwêdayê ye.