Li Kobanê lêhî rabû: 2 bira mirin

Ji ber barana zêde ya li rojavayê Kobanê 2 birayan jiyana xwe ji dest da. Ji ber barana zêde av kete gelek malan, li gelemperiya kantonê xetên elektirîk û înternetê qûtbûne.

Ji ber barana zêde li Kobanê ya roja Çarşemê lêhî rabibû.Av kete bi dehan malên gundên rojavayê Kobanê, bi dehan wesayît jî li ber lêhiya avê çûn. Ji ber barana zêde ya bi qasî 2 saetan dom kir de, li gelemperiya kantonê xetên elektirîk û înternetê qût bûn.

Li gundê Çeqel Weran du birayên bi navê Hisên Emîn El Hiseno (35) û Hela Emîn El Hiseon (18) jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku hê jî cenzayê du birayan nehatiye dîtin.

Li aliyê din li bajarokê El Qeneya rêya ketina wê ya başûr jî hilweşiya. Li bajarok bi dehan mal hilweşiyan, darên mîna zeytûn û gelek cûrên dijî jî ji kokê derketin. Li bajarok û gundên derdor av bi qasî metreyekê bilind bû.

12’ê Gulanê jî li navenda bajarê Kobanê û hinek gundên derdorî wê lêhî rabiribû, bi taybet li taxa Botan ziyanên mezin rûdabûn. Ji 30 malan zêdetir hilweşiyabûn.