Li Kobanê kujerên malbata Ebas hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku wan kujerên malbata Rûken Hisên û hevjînê wê Esaf Ebas ên di dawiya meha Tebaxê de hatibûn kuştin, girtine.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Firatê têkildarî qetilkirina  Esaf Ebas û hevjîna wî Rûken Hisên û birîndarkirina zaroka wan daxuyaniyeke da.

Endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Kawa Hemoli pêş navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Kobanê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di 30’yê Tebaxa borî de li dijî malbateke li Kobanê komkujiyek pêk hat. Ebas Esaf  û hevjîna wî Rûken Hisên hatin qetilkirin û zaroka wan (8) hat birîndarkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn yekser dest bi lêpirsîna vê komkujiyê kir, sûcdar hatin eşkerekirin û piştî wê hatin girtin.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Firatê ji raya giştî re radigihîne ku kujer li gel me girtî ne û hîna lêpirsîn berdewam e heta ku tevahî hûrgiliyên sûcê werin eşkerakirin û ji raya giştî re werin ragihandin.”