Li Kobanê ji bo kesên astengdar şahî hat lidarxistin

Bi boneya 8’Adarê Roja Jinê ya Cîhanê, Desteya Jin û Desteya Karûbarên Civakî ji bo Komgeha zarokên astengdar a Kantona Kobanê bi dirûşma “Bi yekîtî û kedê em ê bigihêjin lûtkeyê” şahî li dar xistin.

Desteya Jin û Desteya Kar û Barên Civakî ji bo zarokên astangdar ji bo Komgeha zarokên astengdar a Kantona Kobanê bi pêşwazîkirina 8’ê Adarê şahî li dar xistin. Di şahiyê de pankarta bi nivîsa “Em ê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin” hatibû daliqandin. Her wiha koma Hêvî Star xelekek pêşkêşî beşdaran kir. Paşê şano hat pêşkêşkirin. Bi dehan endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser beşdarî şahiyê bûn. Pakrewanên azadiyê bi deqeyeke rêzgirtin hatin bibîranîn. Piştre axaftin ji aliyê jina ciwan Mizgîn Mehmod ve hat kirin.

Jina ciwan Mizgîn Mehmod da zanîn ku tu tişt nikare li pêş pêşketina wan bisekine û got: “Em 8’Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz dikin. Ez dixwazim bibêjim ku tu tişt li ber pêşketina me nikare bisekine. Ji ber ku hêviya me ji her tiştî mezintir e û em ji bo pêşeroja xwe kar û xebat dikin. Tu kes nikare li ber hêz û hêviya me bibe sînor. Bi têkoşîn û berxwedanê em ê her tim bi ser bikevin.”

Şahî bi stranan bi dawî bû.