Li Kobanê cenazeyên şehîdên Hesekê bi merasîmek bi heybet hatin veşartin

Ji bo 12 şervanên QSD’ê ku di dema pêngava “Gurza Gelan” ya li Hesekê li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê şehîd bûn li Kobanê bi tevlêbûna bi deh hezaran kes merasîmek hat lidarxistin.

Cenazeyên 12 şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro bi beşdariya bi deh hezaran şêniyên herêma Firatê li goristana şehîd Dîcle li başûrê bajarê Kobanê, hatin oxirkirin.

Cenazeyên şervanan duh gihaştin nexweşxaneya leşkerî ya bajarê Kobanê.            

Bi deh hezaran şênî ji gund û bajarokên herêma Firatê ber bi goristana şehîd Dîcle ve herikîn, di heman demê de ji bo şîna şehîdên pêngava Gurzê Gelan li bazarên bajarê Kobanê tevger rawestiya û bi temamî dikan hatin girtin.

Di merasîmê de cîgirê hevserokatiya Meclisa kantona Kobanê Ferhan Kobanê bal kişand ser plana mezin a dewleta Tirk a dagirker ên li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê û da zanîn ku dewleta Tirk bi rêya vê êrişê xwest herêma Cizîrê kontrol bike û "Xîlafeta Îslamê" ragihîne.

Ferhan Kobanê destnîşan kir ku bi saya fedekariya şehîdan û bi hewldana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê plana dewleta Tirk a faşîst têk çû û gel di salvegera rizgarkirina bajarê Kobanê de careke din serkeftina xwe ragihand.               

Hevserokê Meclisa Leşkerî ya Kobanê Mehmûd Kobanê her şehîdek bi felsefeya jiyanê wesif kir û teqez kir ku wan canê xwe feda kirine ji bo ku biratiya gelan bidome û li herêmê aramî û istîqrar pêk were. Her wiha destnîşan kir ku wan şehîdan plana ku 6 mehan dihat amadekirin û li pey wê gelek hêzên herêmî hebûn, têk bir.

Di dawiya merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeta şehîdan xwend û radestî malbetên şehîdan kir, navên şehîdan wiha ye: Mahir Mihemed Bozan, Nîhad Şêx Mûsa, Dara Mihemed Mihemed, Mehmûd Henkî, Îsmaîl Mihemed Elî, Bozan Mislim Xelîl, Mihemed Esmet Walî, Hisên Elî Îsmaîl, Feysel Sedûn, Heysem Nebo Mihemed, Mehmûd Mezî û Hisên Kino.