Li Kobanê cenazeyên du şehîdan hatin veşartin

Bi sedan ji şêniyê herêma Firatê ji bo veşartina cenazeyê şehîd Alan Bexdik û Fêmê Donxiz berê xwe dan goristana şehîd Dîcle a li başûrê bajarê Kobanê.

Bi sedan kes ji saziyên sivîl û dezgehên Rêveberiya Xweser a herêma Firatê ji bo veşartina endamê TEV-DEM’ê Alan Bexdik (Mihemed Mihemed) yê di 9’ê Nîsanê de li Şengalê şehîd bû, her wiha endamê Cebhet El Ekrad Fêmê Donxiz (Silo Mihemed) ew jî di 22’ê Nîsanê li Minbicê dema li ser erka xwe bû şehîd bû, hatin ba hev û cenazeyên her du şehîdan li goristana Şehîd Dîcle a li başûrê Kobanê veşartin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê ji Rêveberiya Kongra Star a Navçeya Şêran Litfiyê Silêman axivî. Litfiyê diyar ku erka wan ew e ku ala şehîdan rakin û riya wan bişopînin û ev tişt got: “Em xwedî îrade û felsefeya Rêber Apo ne, em xwedî wan şehîdên ku canê xwe feda kiriye, em ê dijmin tune bikin. Em ê bi saya şehîdên xwe azadiyê teqez bikin. Em soz didin ku em ê riya wan heta azadiyê bişopînin ta azadiyê."

Ji Rêveberiya Cebhed El Ekrad a Herêma Firatê Mihemed Elî jî axivî û soza şopandina riya şehîdan da.

Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Salih Nûh axivî û anî ziman ku şehîdan ji bo afirandina jiyaneke bi rûmet canê xwe feda kirin û ev tişt got: “Em xwedî şansekî mezin in ku Rêber Apo di vê pêvajoyê de derket. Rêber Apo dibêje cihê fikra min li wir be, ez li wirim. Divê em jî xwedî li fikir û felsefeya Rêber Apo û şehîdan derkevin.”

Li ser navê malbata şehîd Welat Şêxo jî axivî. Şêxo anî ziman ku wê heta dawiyê riya şehîdan bişopînin.

Piştre nasnameya şehîdan hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Cenazeyê her du şehîdan bi berzkirina dirûşme û tilîliyan hate veşartin.