Li Kobanê cenazeyê şervanê YPG’ê Merwan Kobanê hate veşartin

Welatiyên Kantona Kobanê cenazeyê şervanê YPG’ê Mihemed Ebûd (Merwan Kobanê) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle veşartin.

Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê cenazeyê şervanê YPG‘ê Merwan Ebûd (Merwan Kobanê) yê ku li Reqayê dema bi erka xwe radibû şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle veşartin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre Hevserokê Desteya Xweparastinê ya Kantona Kobanê Îsmet Şêx û li ser navê PYD’ê Ehmed Xoca axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd û gelê Kurd re hate xwestin û hate gotin ku bi saya şehîdan gel di nava aramî û ewlehiyê de dijîn. Li ser navê malbata şehîd Cemîl Ebûd jî axivî û wiha got; “Di salên 1988‘an de me Merwanek li çiyayê Kurdistanê veşart, îro em Merwanekî din li ser axa pîroz vedişêrin. Bi sedan Merwanên din hene ku wê xeta şehîdan bişopînin û çeka wan rake."

Wesîqeya şehîd ji aliyê Meclîsa Malbata Şehîdan ve hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin. Piştre cenazeyê şervanê YPG’ê Merwan Kobanê bi dirûşme û tilîliyên dayikan li goristanê hate veşartin.