Li Kobanê cenazeyê şehîd Awaz Çiya bi merasîmek girseyî hat veşartin

Cenazeyê şehîd Awaz Çiya (Dijwar Îsa) ku di encama qezayekê de şehîd bû, li goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê hat veşartin.

Bi sedan şêniyên Herêma Firatê, malbatên şehîdan, sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya xweser, ji bo veşartina cenazeyê Şehîd Awaz Çiya (Dijwar Îsa) ku di encama qezayeke leşkerî ya li Kobanê beriya niha rû dabû de şehîd bû, îro bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Di merasîmê de bê navber dirûşmeya “Şehîd namirin” hat berzkirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê Berdevka Komîna Şano ya herêma Firatê Leyla Ehmed axivî û ev tişt got: "Em bi saya cangoriyên azadiyê hene. Ew li hemberî her dagirkeriyê mertalên zindî ne. Wê desthilatdariya faşîzmê bê rûxandin. Em ê ji bo azadiyê têbikoşin û nirxê xwe biparêzin."

Hevserokê Meclîsa Leşkerî ya Kobanê Îsmaîl Îsmaîl axivî û ev tişt anî ziman: “Ji destpêka Şoreşa Rojava ve weke her ciwanekî aşiqî şoreşê, Şehîd Awaz tevlî nava têkoşînê bû û bû yek ji aşiqên fikrê Rêber Apo. Em soz didin ku em ê heta dawiyê li ser xeta şehîdên xwe bin û riya wan a ber bi azadiyê ve bişopînin."

Rêhevala Şehîd Awaz Çiya Mêrxana Henîfî jî axivî û destnîşan kir ku wê her tim li pey xeta şehîdan bin. Henîfî got, “Xwesteka şehîd Dijwar rêya şehadetê û rêya azadiyê bû. Em ê heta dawî jî rêya wan a azadiyê bişopînin."

Piştre nasnameya şehîd ji aliyê hevjîna şehîd ve hat xwendin û cenazeyê şehîd bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” hat veşartin.