Li Kobanê cenazeyê endamê Asayîşê Celal El-Hesen hate veşartin
Welatiyên Kantona Kobanê cenazeyê endamê Asayîşê Celal El-Hesen bi merasîmekê li Goristana ŞehÎd Dicle veşartin.
Welatiyên Kantona Kobanê cenazeyê endamê Asayîşê Celal El-Hesen bi merasîmekê li Goristana ŞehÎd Dicle veşartin.
Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê cenazeyê endamê Asayîşê Celal El-Hesen ku li Minbicê dema bi erka xwe radibû şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle a bajar veşartin.
Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û şervanan merasîmeke leşkerî lidarxist. Piştre li ser navê Hêzên Ewlekariya Hindirîn a bajarê Minbicê Ebdulrehman Derwî axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Heger îro em ji aramî li ser axa xwe jiyan dikin, heger me saziyên xwe vekirine û me rêxistina xwe xurt kiriye, em ji bîr nekin ku ev hemû berhmenên xwîna şehîdan e. Lewra tê xwestin ku em xwedî li şehîdên xwe derkeftin û destkeftiyên ku bi xwîna wan hatine qezenkirin biparêzin.
Li ser navê Saziya Malbatê Şehîdan a bajarê Minbicê jî axaftineke hate kirin, di axaftinê de soza mezinkirina têkoşînê hate dayîn û banga hevgirtinê hate kirin.
Piştre wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbata wê hat kirin. Cenazeyê endamê Asayîşê Celal El-Hesen bi dirûşme û tilîliyan li goristanê hate veşartin.