Li Kobanê cenazeyê 4 şehîdan bi merasîmeke heybet spartin axê

Bi hezaran welatiyên Kobanê cenazeyê 4 şervanên azadiyê yên ku di cih û demên cûda de şehîd bûbûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle spartin axê.

Şervanê QSD‘ê Cemîl Cadir (Ebû Hemîd) li Minbicê şehîd bû, şervana YPJ‘ê Elîf Ebdî (Viyan Koçer) di encama qezayekê de li Minbicê şehîd bû, şervanên YPG‘ê Idrîs Mustefa (Mezlûm Kobanê) û El Ebû Riz (Rustem Kobanê) di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn.

Bi hezaran welatiyên Kantona Kobanê ji bo veşartina cenazeyên şehîdan li Goristana Şehîd Dicle kom bûn. Li goristanê ji bo cangoriyên azadiyê deqîqeyekê rêz hate girtin û ji aliyê şervanan ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin.

Piştre ji fermandarên YPG‘ê Feysel Kobanê axivî û ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û soza şopandina xeta wan da.

Hevserokê Meclîsa TEV-DEM‘ê yê kantona Kobanê Ehmed Şêxo jî axivî û got ” Azadiya gelên Bakurê Sûriyeyê û serkeftinên ku hatine bidestxistin berhemên keda şehîdan e.”

Nasnameya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Şervanan cenazeyên şehîdan li ser milên xwe hilgirtin û di nava dirûşmeyan de li goristanê  spartin axê.