Li Kobanê cenazeyê 2 şehîdan hate veşartin

Welatiyên bajarê Kobanê cenazeyê şervanê YPG’ê Emrah Dadê (Elî Rizgar) û cenazeyê gerîlayê HPG’ê Munzur Hebeş (Ferhat Kobanê) bi merasîmekî girseyî li Goristana Şehîd Dîcle veşartin.

Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê cenazeyê şervanê YPG‘ê Emrah Dadê (Elî Rizgar) yê ji ber nexweşiyê li Şamê şehîd bûbû û cenazeyê gerîlayê HPG‘ê Mûnzûr Hebeş (Ferhat Kobanê) yê li Zagrosê şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle spartin axê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û şervanên YPG/YPJ’ê merasîmeke leşkerî li dar xist. Piştre li ser navê  Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Dilbirîn Kobanê axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan da.

Li ser navê PYD‘ê Elî Deharo jî axivî û wiha got: "Em bejna xwe li hemberî wan pakrewanan ditewînin. Şehîdan bi xwîne jiyaneke bi rûmet û azad ji me re afirandin."

Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestê malbata wan hatin kirin. Di merasîmê de her wiha nasnameyê gerîlayekî HPG‘ê bi navê Xebat Botan(Orhan Umer) hate aşkerekirin.

Welatiyan cenazeyê herdu şehîdan bi dirûşme û tilîliyên dayikan li goristanê spartin axê.