BI DÎMEN

Li Kobanê çalakiya li dijî komploya navneteweyî

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Kongra Star ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navçeya Qinê ya Kobanê konê çalakiyê veda.

Li navçeya Qinê ya Kobanê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Rêxistina Kongra Star ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan konê çalakiyê veda. Bi sedan şêniyên navçeyê çûn serdana konê çalakiyê ku li pêşiya navenda navçeya Qinê hatî destpê kirin.

Di çalakiyê de Berdevka Tevgera Ciwanên Şoreşger a navçeya Qinê Hîlal Elî axivî û got, "Rêber Apo di nav çar dîwaran de dîl tê ragirtin. Lê raman û felseya Rêber Apo di nava dilê gelan de azade û em ê har tim li pey fikir û felsefeya Rêberê xwe bin. Ramanên Rêbertî bûye sedem ku dijminê hov bitirse. Divê em bi têkoşîna xwe tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin û Rêbertî di aliyê fîzîkî de azad bikin." 

‘EM Ê DÎWARÊ ÎMRALIYÊ HILWEŞÎNIN Û RÊBER APO AZAD BIKIN’ 

Rêveberiya Kongra Star a navçeya Qinê Sûad Şêx Demîr jî wiha got, "Di nava şert û mercên zehmet de em têdikoşin da ku Rêber Apo azad bikin. Em ê her tim li ser piyan bin. Em ê têkoşînê mezin bikin û dîwarên Îmraliyê hilweşînin û Rêber Apo azad bikin.”

Çalakî wê heta danê êvarê berdewam bike.