BI DÎMEN

Li Kobanê bi deh hezaran kes li dijî dagirkeriyê meşiyan

Şêniyên kantona Firatê bi deh hezaran kesî li Kobanê li hev civiyan û li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bendava Tişrînê meşiyan.

Ji kantona Firatê bi deh hezaran kes ku xwendekar, nûnerên sazî û dezgehên rêveberiya xweser jî di nav de bûn li Kobanê li hev civiyan.

Girseya gel ji Qada Jin a Azad dest bi meşê kir û alên QSD'ê, YPJ'ê, alên Meclîsa Malbatên Şehîdan, wêneyên şehîdên Bendava Tişrînê hilda û dirûşmên "Bijî Berxwedana QSD'ê", "Berxwedan Jiyan e" û "Na ji êrîşên dagirkeriyê re" qîriya.

Meş li Qada Şehîd Egîd veguherî mîtîngê û ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Piştre Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Sara Xelîl axivî û êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.

Sara Xelîl diyar kir, ku dewleta Tirk êrîşên hovane li Bendava Tişrînê dike û got, "Em berxwedana Bendava Tişrînê ya li hember êrişên dagirkeriya dewleta Tirk silav dikin. Em li pişt şervanên xwe ne, heta kêliya xwe ya dawiyê. Em ji êrişên dagirkeriyê tu carî natirsin. Êrişên wî bi hêz û vîna me nikare. Şervanên  me hêza me ne, em ê heta dawiyê li pişta şervanên xwe bin."

Sara Xelîl desnîşan kir, ku eger yek ji wan jî bimîne wê li pişt şervanên xwe bisekinin û got, "Eger ku yek ji me hebe em ê li pişta şervanên xwe bin û em ê li hember êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirer serî hildin. Bi berxwedana xwe em ê êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê têk bibin û bendava xwe ji êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirek biparêzin."

Meş bi dirûşma "Berxwedan Jiyan e" bi dawî bû.