Li Kobanê 12 cangorî hatin veşartin
Li Kantona Firatê bi merasîmeke girseyî 12 şervanên ku li Minbic, Qereqozax û Tişrînê şehîd bûn, hatin veşartin. Gel di merasîmê de peyama “Çawa DAÎŞ têk çû wê dagirker jî têk biçin” da.
Li Kantona Firatê bi merasîmeke girseyî 12 şervanên ku li Minbic, Qereqozax û Tişrînê şehîd bûn, hatin veşartin. Gel di merasîmê de peyama “Çawa DAÎŞ têk çû wê dagirker jî têk biçin” da.
Bi hezaran şêniyên Kantona Firatê 12 şehîdên ku di berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li Minbic, Tişrîn û Qereqozaxê de şehîd bûn, oxir kirin. Şehîdên Heyva Sor, Komandos, QSD’ê û Hêza Ewlekariya Hundirîn yê bi navê Kurdo Bozî, Edib (Edib Mihemed), Mistefa Cimo, Elî Tefşo (Mihemed Kino), Masîro (Îbrahîm Mele Xelîl), Ezîz Ereb (Raîd Şêx), Xemîs El Abdullah (Xemîs El Abdullah), Hesen (Hesen Osman), Mihemed (Mihemed El Xelîl), Şoreş Xizênê (Mihemed Bekî), Sibhî (Sibhî Elî), Baran Xizênê (Cîhad Îsmaîl) bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.
‘ÇAWA DAÎŞ TÊK ÇÛ WÊ DAGIRKER JÎ TÊK BIÇIN’
Di merasîma girseyî ya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de Endama Koordînasyona Kongra Star Arîn Ehmed axivî. Ehmed, destnîşan kir ku çawa DAÎŞ têk çû wê dagirker jî têk biçin û wiha got, “Bila serê we ji bo zarokên we bilind be, şervanên me li ber xwe didin. Divê em jî li pişt wan bin. Armanca dagirkeran tinekirina me ye. Şervanên me li Qereqozaxê destana berxwedanê nivîsand. Me gora dagirkeriyê li wir koland. Çawa ku me Kobanê kir cihê destpêkê yê tunekirina çeteyên DAÎŞ wê Qereqozax jî bibe cihê destpêkê tunebûna agirkeriyê."
‘WÊ ALA RÊBER APO HETA HETAYÊ BILIND BE’
Piştre jî Hevserokê Desteya Jîngehê a Kantona Firatê Arîf Balî axivî. Balî, anî ziman ku wê ala Rêbe Apo li Rojhilata Navîn heta hetayê bilind bibe û got, “Em ê di oxira vê alê de canê xwe feda bikin. Em gavan paş ve navêjin. Me bi şehîdên xwe yên ewil Fîras û Dicleyan destpê kir, îro bi hezaran şehîdên me yên ji neteweyên din hene. Em soz didin ku heta dawiyê li ber xwe bidin."
Xalê şehîd Xalid Ezîz Ehmed jî ev tişt gotin, “Divê em serê xwe rakin. Ev ne şehîdên ewile û ne jî wê yên dawî bin. Şervanên me bê hempa li hemberî dagirkeriyê berxwedanî kir. Em jî weke netewa Ereb em ê li ber xwe bidin li hemberî her cure dagirkerî."
Piştre jî wesîqa şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.
Karwanê şehîdan bi dirûşmeyan hatin veşartin.