Li Dirbêsiyê dagirkerî hat şermezarkirin

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê, li Rojava û Hewlêrê çalakî hatin lidar xistin.

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê, meclîsa bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê daxuyaniyek da. Hevseroka meclîsê Raziye Îbrahîm daxuyanî li pêşiya meclîsê xwend. Bi dehan şênî, endamên saziyan, Kongra Star û Tevgera Ciwanên Şoreşger beşdarî çalakiyê bûn. 

Di daxuyaniyê de, meclîsê diyar kir ku êrîş û tevgerên dawîn ên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê, diyar dikin ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK`ê dixwaze gerîla li wan herêman dorpêç bike.

Meclîsê hevkariya PDK`ê û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember kiryarên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û destnîşan kir ku ev bêdengî dihêle ku dewleta Tirk sûcan li Iraq û Sûriyeyê bike.