BI DÎMEN

Li Rûsyayê şahiyên 8’ê Adarê: Divê Rêber Apo azad bibe

Li gelek bajarên Rûsyayê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hate pîrozkirin. Di şahiyan de hate destnîşankirin ku tenê bi azadiya Rêber Apo wê pirsgirêka jin û civakê çareser bibe.

8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li peytexta federasyona Rûsyayê, Moskowayê hat pîrozkirin.

Pîrozbahî li avahiya Mala Kurdan a Moskowayê bi tevlîbûna jinên ji netewên cuda û bi deqeyek rêzgirtinê, destpê kir. Piştre li ser wate û dîroka rojê sinevizyon hat temaşekirin. 

Endama Rêxistina Viyanê Zulfiye Haciyêva di şahiyê de axivî û behsa wateya vê rojê kir. Zulfiye Haciyêva 8’ê Adarê li Rêber Apo û hemû jinên cîhanê pîroz kir. 

Di şahiyê de nameya Rêber Apo ya derbarê 8’ê Adarê bi zimanê Rûsî hate xwendin. 

Piştî axaftinan şahî bi stran û gerandina govendê berdewam kir. Zaroka biçûk Ariya di destpêkê de helbestek ji bo mêvanan pêşkêş kir, piştre Hunermend Hemîdê Mecîd, Îbo Hacîyêv, Guhar Hasan, Îbrahîmê Silhadîn û hunermend Dado bi stran û awazên xwe ve şahî geş kirin. 

Şahî bi berzkirina dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û  “Bijî Serok Apo” bi dawî bû. 

SARATOV

Kurdistanî û dostên wan ên li navçeya Yerşovê ya bajarê Saratovê ya Rûsyayê bi coş Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin.

Pîrozbahî li navenda Otonomiya Çandî û Netewî ya Kurdên Rûsyayê bi deqeyek rêzgirtinê pêk hat. Piştre li ser dîrok û wateya rojê sînevîzyon hat temaşekirin. Jin derbarê giringiya rojê û rola jinan a di têkoşîna ji bo azadiyê de axivîn.

Di pîrozbahiyê de Hevseroka Navenda Çand û Hunerê ya Navçeya Yerşovê, Gulîzer Yûsibova axivî û roja 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir. Yûsibova got, “Jinên Kurd îro li Rojhilata Navîn û li tevahiya cîhanê roleke pêşeng dilîzin.”

Piştî axaftinan şahî bi gerandina govend û stranan berdewam kir.

STAVROPOL

8’ê Adarê  li mala Çandê ya li gundê Fêldmarşalayê ya navça Novoalêksandrovskê ya qada Stavropolê ji hêla şarederiya gund û rêxistinên Kurd ên herêmê ve hat lidarxistin.

Di şahiyê de hunermendên ji netewên cuda cih girtin. Di destpêka şahiyê de ji bo şehîdên Kurd û Rûs deqeyek rêz hat girtin. Piştre nûnerên saziyan mêvan û beşdarvanên şahiyê pîroz kirin.  

Hunermendên ji netewên cuda bi komên xwe yên folkolorê û bi sitranên xwe ve tevlî şahiyê bûn. Hunermend Mehmed Rûstamov û Hesen Mamêdov bi stranên xwe û koma “kulîlkên Rojê” jî bi govendên Kurdî derketin ser dikê. Hunermendan gel pîroz kir û hunerên xwe pêşkêşî wan kirin. Her wiha hunermendên biçûk Avîn Axmêdova û Zîlan Bazûyêva bi stranên xwe şahî geş kirin. Di bin kelecana stranên şahiyê de govend hatin gerandin.

KRASNODAR

8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li navenda Mala Kurdan a li gundê Bêloyê ya qada Krasnodarê hat pîrozkirin. 

Pîrozbahî ji bo bîranîna şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre sînevîzyonek li ser wate û dîroka rojê hat temaşekirin. 

Hevseroka saziya jinê ya herêmê Sînem Mehmed axaftin kir û 8’ê Adarê pîroz kir.

Sînem Mehmed, armanc û girîngîya rola Rêber Apo ya di azadiya jinê de bi berfirehî nirxand û destnîşankir ku tenê bi azadiya Rêber Apo wê pirsgirêka jin û civakê çareser bibe.

Piştre bi stranên hunermend Bazo Mehmedov, Îdrîs Bazûyêv û Barî Alîyêv û gerandina dîlanê şahî berdewam kir. Hunermendan bi stranên xwe şahî geş kirin. 

Şahî bi berzkirina dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Rêber Apo” bi dawî bû.