Dostên gelê Kurd, partî û sendîkayan di 10’ê cotmehê de li 74 welatên cîhanê pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin.
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelek sazî û dezgehan piştgirî dan pêngavê. Gelê navçeyên Şedadê û Holê û bajarokên Deşîşa û Mergede yên başûrê Hesekê jî bi meşekê piştgiriya xwe ya ji bo pêngavê anîn ziman.
Meşa ku ji ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya li Şedadê destpê kir, ji kolana sereke heta Parka Onderlîkê dewam kir.
Beşdaran posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PYD’ê hilgirtin û pankartên bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî” hatin hilgirtin.
Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Şedadê Ayat El Îbrahîm axivî û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: "Rêbertî di nava dîwarên Girtîgeha Îmraliyê de di bin zexteke mezin de ye."
Li ser navê eşîrên Ereb ên herêma başûr, lîderê eşîra El Mulhim Mêzer El Sultan jî axivî, banga bidawîkirina tecrîdê kir û got: “Rêbertî îro di bin tecrîda mutleq de tê ragirtin. Dê heta kengî bêdengiya navneteweyî bidome? Em weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga bidawîkirina tecrîdê dikin.”
Endamê Meclîsa Giştî ya PYD’ê Emar El Mûsa jî ev tişt anî ziman: “Berxwedana Rêbertiyê ya li Îmraliyê komplo pûç kir û nehişt ku bigihêje armanca xwe. Dewleta dagirker a Tirk bi van êrîş û bomberdûmanan hewl dide vîna gel bişkîne.”
DAXUYANIYA JINÊN ÊZÎDÎ
Yekîtiya Jinên Êzidî yên Rojava jî daxuyaniyek da û pêngav weke hêzeke civaka sivîl a navneteweyî û hewldaneke exlaqî bi nav kir.
Yekîtiya Jinên Êzidî yên Rojava destnîşan kir ku yekane rêya çareseriya pirsgirêka Kurd azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
LI QAMIŞLOYÊ ÇALAKIYA KONÊ VEDANÊ
Înîsiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber avahiya Meclîsa Koçberan a Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişlo çalakiya kon hate lidarxistin. Di roja yekem a çalakiya kon de ku tê payîn 7 rojan bidome, ji navenda kantona Qamişlo, navçeya Tirbespiyê û gundên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryanî, rûspiyên eşîrên Kurd, Ereb, yekitiyê û partiyên girêdayî TEV-DEM’ê beşdar bûn.
Dayikên Aştiyê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êlekên "Bê Serok Jiyan Nabe" beşdarî çalakiyê bûn.
Endamê Înîsiyatîfa ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî Sûriyeyê Silêman Ehmed û Endama Însiyatîfa Gel Şemsê Xan Gulo jî axaftin kirin.
Silêman Ehmed diyar kir ku ew piştgiriyê didin pêngava ku ji aliyê Platforma Çareseriya Pirsgirêka Kurd Azadî ji Abdullah Ocalan re hatiye destpêkirin.
Şemsê Xan Gulo bang li hemû parêzeran kir ku pêşî li polîtîkayên qirêj ên dewleta dagirker a Tirk bigirin û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku temînata aştiya herêmê ye bi dawî bikin.
Di çalakiya kon de endamê Koordînasyona TEV-DEM'ê Ayid Îbrahîm axivî û diyar kir ku ev tevlîbûna girseyî ya çalakiyê nîşaneya wê yekê ye ku tu hêz ji dengê gelan a azadiyê bi hêztir nîne.
Ayid Îbrahîm bal kişand ser komploya navneteweyî û wiha got: "Ev komploya ku di şexsê Rêbertiyê de li dijî hemû gelên azad tê meşandin, ketiye sala 25'an. Dewleta dagirker a ku tecrîdeke giran dimeşîne, hemû maf û qanûnên navneteweyî binpê dike. Bêguman armanca bingehîn a tecrîdê ew e ku gelên cîhanê ji fikir û felsefeya Rêbertî veqetîne. Lê belê gel li dora Rêbertî bûye yek û ji bo parastin û azadiya fizîkî ya Rêbertî her roj li qadan amade ye."
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Dîrok Mela Beşîr jî diyar kir ku gel bi biryar e ku rêgezên exlaqî, wijdanî û mirovî yên ku Abdullah Ocalan temsîl dike biparêze.
Piştî axaftinan koma muzîkê ya Koma Şehîd Xebat stranên şoreşgerî gotin.
Çalakî bi sînevîzyona li ser komploya navneteweyî dewam kir.