Li Hesekê, Til Hemîs û Şedadê cenazeyên 6 şehîdan hatin veşartin
Li Hesekê, Til Hemîs û Şedadê cenazeyên 6 şervanên ku di şerê dijî çeteyan de şehîd ketin bi merasîman hatin veşartin.
Li Hesekê, Til Hemîs û Şedadê cenazeyên 6 şervanên ku di şerê dijî çeteyan de şehîd ketin bi merasîman hatin veşartin.
Cenazeyên şervanên QSDˈê şehîd Umer Qamişlo (Hanî Mitleq El Hilêl), şehîd Ciwan Hesekê (Qusye Ehmed El Marûf), şehîd Baran Hesekê (Mihemed Mehmûd Firêh) û şehîd Zulfîqar (Emar Heşo Hisên) ên ku li Heleb, Dêrazaor û Alyayê şehîd bûne, bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê yê bajarê Hesekê hatin veşartin. Bi sedan kes tev li merasîmê bûn û ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê ve hat birêxistinkirin.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rewan Şêxo axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.
Rewan Şêxo soza domandina xeta şehîdan da û bang li gelên herêmê kir ku piştgiriyê bidin hêzên xwe yên parastinê.
Bi navê Meclisa Leşkerî ya bajarê Hesekê Agirê Hesekê jî di kesayeta her 4 şehîdan de tevahî şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn û got: "Van şehîdan banga welat bi cih anîn û di rêya parastina xeta neteweya demokatîk û jiyana hevbeş de canê xwe feda kir."
Agirî Hesekê bang li tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku li derdora QSDˈê kom bibin û ev li gotinên xwe zêde kirin "Em soz didin gelê xwe ku em ê xeyalên şehîdên xwe bikin rastî û welat û gelên wê biparêzin."
Şêwirmendê qebîleya El Cibûr Ekrem Mehşûş sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Em di pêvajoyeke zehmet re derbas dibin. Bi ketina rejîma Esed re jî pirsgirêk bi dawî nebû. Ji bo parastina herêmê divê eniya navxweyî were bihêzkirin. Divê em li derdora QSD û Rêvebeiya Xweser kom bibin da ku beşdarî proseya siyasî ya çareseriyê bibin. Eger em beşdarî proseya çareseriyê neyên kirin hingî wê çareserî serkeftî nebe.”
Mehşûş bal kişand ser şerê taybet û hewldanên derxistina fitneyan jî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk tînin û wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê hemleyeke teşhîrkirinê li dijî me pêk tînin. Hin dezgehên ragihandinê dîmenên derew parve dikin da ku fitneyan belav bikin. Li ser vê yekê divê gelê me hişyar be. Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane êrişî dike û bi dehan kes şehîd û birîndar kirin."
Ekrem Mehşûş di dawiya axaftina xwe de got: "Bi keda pêkhateyên me û bi yekitiya wan em ê armancên xwe bighînin serî û fitneyan têk bibin. Divê em eniya hundirîn bi hêz bikin. Divê em rê nedin dagirkeriyê. Divê em wefadarên xwîna bi hezaran şehîdan bin. Divê em li derdora hêzên xwe bin."
Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên şehîdan bi tilîliyên dayikan û dirûşmên "Şehîd namirin" hatin veşartin.
TIL HEMÎS
Şervanê Hêzên Komandos ên QSDˈê Elaa Hesen El Selûmî ku 7ˈê Kanûnê di berxwedana li Helebê de şehîd bûbû, îro bi merasîmeke girêseyî li Pakrewangeha Şehîdên Til Hemîsê hat veşartin.
Endamên saziyên sivîl, olî, jin, ciwan û partiyên siyasî beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de piştî deqeya rêzgirtinê, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Xalid El Nayîf axivî. Xalid El Nayîf sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û diyar kir ku şervanan di rêya parastina gel û welatê xwe de berdêlên giran dane.
Ji fermandarên QSDˈê Selman El Ehmed jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin."
Rêveberê Saziya Olî ya Til Hemîsê Mutez El Enter jî di axaftina xwe de banga hevgirtinê, parastina herêmê û pêşîgirtina li fitneyan kir.
Piştî axaftin bi dawî bûn, wesîqeya şehîd Elaa hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bi can bi xwîn em bi te re şehîd" hat veşartin.
ŞEDADÊ
Cenazeyê şervanê QSDˈê Ebûd Xelef El Elî ku li herêma Til Hafirê şehîd bûbû, bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîdên Şedadê hat veşartin. Di merasîmê de şervanê Hêzên Komandos Taha Elî El Hisên ê ku di berxwedana Helebê de şehîd bûbû jî, hat bibîranîn.
Nûnerên saziyan û malbatên şehîdan û gelek şêniyên bajar beşdarî merasîmê bûn ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat organîzekirin.
Di merasîmê de endama Komîteya Jinan Xedîce El Xidêr bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan axivî. Xedîce di axaftina xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza domandina rêya wan û piştgiriya QSDˈê da.
Rêvebera Meclisa Kongra Star a bajarê Şedadê Emîra El Seed jî anî ziman ku dê li hember êrişên dagirkeriyê bisekinin û têkoşîna şehîdan nîvco nehêlin.
Emîra El Seed di dawiya axaftina xwe de dayikên şehîdan silav kirin û soza têkoşînê da.
Di dawiyê de rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeyên şehîd Ebûd Xelef El Elî û şehîd Taha Elî El Hisên xwendin û radestî malbatên wan kirin. Hevreyên şehîdan cenazeyên şehîdan hilgirtin û bi dirûşmên berxwedan û dilsoziya bi şehîdan re, spartin axê.