KCK'ê ji ber wefata Muhsin Salih peyama sersaxiye weşand

KCK'ê got, "Bila serê malbat, zarok, dostên wî û xelkê Amediyê sax be."

PEYAMA SERSAXIYÊ

Peyama Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi vî rengî ye:

"Welatparêzê hêja Muhsin salih Amediyê wefat kiriye. Em ji ber wefata wî gelekî xemgîn in. Muhsin Salih ji malbateke welatparêz e. Ji bo welatparêziyê gelek xizmetên girîng kiriye. Li gel welatparêziyê her wiha xwedî li gel, xizanan derdiket, li gorî derfetên xwe alîkarî dida mirovên hewcedar, lewma ji aliyê xelkê Amediyê ve dihate hezkirin. Bila serê malbat, zarok, dostên wî û xelkê Amediyê sax be."