Li Hesekê merasîma veşartina şehîdan hebû
Cenazeyên Rojvan Wan (Mihemed Aydin) û Serfiraz Nîdal ku di 8 û 9’ê Nîsanê şehîd bibûn li Hesekê bi merasîmekê hatin veşartin.
Cenazeyên Rojvan Wan (Mihemed Aydin) û Serfiraz Nîdal ku di 8 û 9’ê Nîsanê şehîd bibûn li Hesekê bi merasîmekê hatin veşartin.
Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê, endamên saziyên sivîl û leşkerî yên bajêr tev li merasîma şehîd Rojvan Wan (Mihemed Aydin) û şervanê YPG’ê şehîd Serfiraz Nîdal (Welat Yildiz) a li Goristana Şehîd Dijwar bûn.
Cenazeyên her du şehîdan ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan hatin wergirtin. Li goristana Şehîd Dijwar şervanên QSD’ê û YPG û YPJ’ê toreneke leşkerî li dar xist.
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Ezîze Ehmed axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Ehmed destnîşan kir ku şehîdan parastina gelê herêmê kir û ji bo mîsogeriya azadiyê canê xwe feda kir. Lewma divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dijminên herêmê, di serî de dewleta Tirk a dagirker, li ber xwe bide û parastina destkeftiyên heyî bike.
Endamê rêveber ê Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Heqî Kobanê jî axivî û got: “Şehîdan gelê herêmê ji êriş û komkujiyan parast. Armanca dewleta Tirk a dagirker derbekirina projeya neteweya demokratîk û jiyana hevbeş e, lê bila bizane ku çi qasî êrişên xwe zêde bike jî ew ê nekare vîna me lawaz bike, berovajî wê ew ê israra me ya li ser berxwedanê xurttir bike.”
Heqî Kobanê diyar kir ku divê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin û ev lê zêde kir: “Em ê heta dawiyê parastina herêmên xwe bikin û teslîm nebin, her wiha em ê hemû êrişên dagirkeriya Tirk têk bibin. Divê gelê me hevgirtina xwe xurt bike da ku planên artêşa Tirk a dagirker têk bibe.”
Heqî Kobanê di dawiyê de soza şopandina rêya şehîdan û pêkanîna armancên wan da.
Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameyên her du şehîdan xwendin û radestê malbatên wan kirin.
Şehîd Serfiraz Nîdal li Goristana Şehîd Dijwar û şehîd Rojvan Wan li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişloyê hatin veşartin.
Şehîd Rojvan Wan 9’ê Nîsanê di encama êrişa balafirên artêşa Tirk a dagirker a li ser nuqteyeke hêzên parastina sînor ê navçeya Dirbêsiyê şehîd bûbû. Şehîd Serfiraz Nîdal jî 8’ê Nîsanê şehîd bûbû.