Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî operasyonê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek û got: "Piştî agahî ketin destê hêzên me ku şaneyeke terorîst a girêdayî rêxistina DAÎŞ’ê li Dêrazorê plana êrişekê li dijî girtîgeha Sîna ya li Hesekê dike, HAT’ê yên herêma Cizîrê bi piştevaniya Kaolîsyona Navneteweyî lêkolîn dan destpêkirin û cihê şaneyê yê ku di navbera herêmên Mekemen û Ebû Xeşeb ên li herêma Dêrazorê de diyar kirin. Li ser vê yekê operasyonek di vê berbangê de li dijî şaneyê pêk anî."
Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşankirin ku di navbera hêzên HAT’ê û çeteyan de şerekî dijwar çêbû û di encamê de çeteyek hate kuştin, yek birîndar bû û 4 jî hatin destgîrkirin. Her wiha wesayîteke Toyota û wesayîteke bombebarkirî ya bi cureya Kia 4000 û gelek çek hatin desteserkirin.
Li gorî daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev çek ji bo êrişê hatibûn amadekirin:
Qilêş; 27
BKC; 2
RBG; 1
Rokêtên RBG; 42
Heşweyên RBG; 30
mayîn; 11
bombeyên êrişê; 62
Rextên leşkerî; 35
çenteyên avê; 51
Şarjorên BKC; 3
Guleyên Qilêş; 6 hezar 55
Guleyên BKS; 4 hezar 960
Şerjorên qilêş; 195
Fermandariya giştî wiha daxuyaniya xwe bi dawî kir: "Em Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Cizîrê ji gelê xwe re teqez dikin ku em di xebatên xwe yên ewlehî û mirovî de berdewam in û wê hêzên me şerê her cûreyên terorê û kesên piştevaniya wan dikin, bike. Em ê ji gel û welatê xwe re bibin mertal û li pêşiya her kesên ku hewl didin ewlehî û aştiya gelê me binpê bikin, bisekinin."