Li Hesekê ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya konvedanê dest pê kir

Li Hesekê bi dirûşmeya “Azadiya Rêber Abdullah Ocalan teminata aştiyê ya gelên Rojhilata Navîn e” çalakiya konvedanê hat destpêkirin.

Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê 9`ê Îlonê ji bo şermezarkirina tecrîdê çalakî dane destpêkirin û îro jî li Qada Suryan a taxa Nasra ya Hesekê çalakiya konvedanê dest pê kir. Şandeya Navenda Perwerdeyê, Desteya Enerjiyê ya Herêma Cizîrê û Desteya Aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de endama Meclîsa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Nalîn Elî axivî û behsa girîngiya çalakiyê kir û got: “Bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan û felsefeya wî, me gelek destkeftî li herêmê bi dest xistin.”

Nalîn Elî diyar kir ku armanca komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tunekirina şoreşê ye. Elî destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê veguherandiye akademiyekê. Elî bang li azadîxwazan kir ku têkoşînê mezin bikin ta ku tecrîd bi dawî dibe.

Bi navê Navenda Perwerdeyê Mele Elî axivî û got azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya gelan û misogeriya aştiya li herêmê ye.

Çalakî dê heta sibe êvarê dewam bike.