Li Hesekê ji bo 2 şehîdan merasîmên girseyî hatin lidar xistin

Cenazeya şervanê QSD’ê (Ehmed Şihab) Qendîl Şedadê li Şehîdgeha Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê hate veşartin. Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şehîd Xelîl Hemîd jî hate bibîranîn.

Şêniyên bajar û gundewarên Hesekê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD)Qendîl Şedadê (Ehmed Şihab) ê 15′ê Kanûnê li bajarê Hesekê şehîd bûbû, bi merasîmekê li Şehîdgeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê veşart. 

Di merasîmê de endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Xelîl Hemîd jî hate bibîranîn ku 14′ê Mijdarê li Hesekê şehîd bûbû.

Di merasîmê de endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mistefa Osman sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Şehîd ji bo parastina xak û destkeftiyên şoreşê canê xwe feda kir. Şehîd Ehmed Şihab pêşengekî leheng bû û mînaka lehengiyê bû."

Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Kantona Cizîrê Ziyad Hesekê jî axivî û soza tolhildan û şopandina xeta şehîdan da.

Piştî axaftinan nasnameyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyê şehîd Qendîl Şedadê bi tilîliyên dayikan û dirûşmên "Şehîd Namirin" hate veşartin.