Hevserokê Saziya Avê ya bajarê Hesekê endezyar Nîdal Mihemed Mihemûd têkildarî pirsgirêka avê ya li herêmê axivî ku bi dagirkeriya dewleta Tirk a li Serêkaniyê re zêde bû.
Nîdal Mihemed Mehmûd diyar kir ku beriya Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve bê dagirkirin ji stasyona avê ya Elokê rojane 80 hezar heta 85 hezar lître kûb derbasî navçe û gundewarên bajarê Hesekê dibû.
Mehmûd bi bîr xist ku stasyona Elokê ya li Serêkaniyê çavkaniya sereke ya ava li bajarê Hesekê bû, piştî ku ava ji stasyonê hate birîn, Saziya Avê ya bajarê Hesekê hewl da çareseriyeke demkî ji bo pirsgirêka avê peyda bike.
Di vê çarçoveyê de li taxa rojhilat a Hesekê bîrek ji 4 hezar lître kûb hate dîtin û bi rêya vê yekê hewl hate dayin ku bersiv ji pêwîstiya herêmê re bê dayin.
Mehmûd anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker avê weke amûreke siyasî bi kar tîne û got, "Havînê ti rêxistinên cîhanê ji bo vê mijarê tiştek ji bo gel nekirin. Ji ber vê jî rêveberiya xweser ava Çemê Firatê kişand bajarê Hesekê. Lê belê ji ber ku Hesekê bajarekî mezin e, ev av jî têra temamiya bajêr nake. Lewma rêveberiya xweser ji bo ku gelên herêmê bêav nehêle hewldanên xwe yên ji bo çareseriyeke mayinde dewam dike."