Li Hesekê gerîlayê HPG’ê Milî hate bîranîn
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê gerîlayê HPG’ê Yûsif Dawid Milî bi bîr anî.
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê gerîlayê HPG’ê Yûsif Dawid Milî bi bîr anî.
Bi sedan şêniyên Hesekê berê xwe da Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê ya li bakurê bajêr û tev li merasima xiyabî ya gerîlayê HPG`ê şehîd Bilind bûn. Şehîd Yûsif Milî (Bilind) di 30`yê Hezîrana 2022`yan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbû.
Malbata şehîd, endamên sazî û meclisên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê beşdarî merasimê bûn. Di merasimê de merasîmekel leşkerî ji aliyê şervanên QSD’ê ve hat pêşkêşkirin.
Piştre Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Hesekê Cemal El Ebdo axivî. El Ebdo diyar kir ku gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedaneke bêhempa raber dikin û got: “Şervanên li çiyê ne tenê gelê Kurd, tevahî gelên Rojhilata Navîn diparêzin. Tenê wan şervanan berê xwe da Şengalê, li dijî DAIŞ`ê şer kirin û civaka Êzidî rizgar kirin. Her wiha beşdarî şerên li Kobanê bûn. Ew parêzvanên welat in.”
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Şivan Ebdo jî axivî û behsa êrişên hovane yên artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û wiha pê de çû: “Çiqas artêşa dagirker çekên kîmyewî bi kar bîne û sûcan pêk bîne jî, vîna şervanên li wan herêman nayê şikandin.”
Di dawiya merasimê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.
Şehîd Yûsif Dawûd Milî di 30’ê Hezîrana 2022’yan de şehîd bûbû.