Li Hesekê dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê hate şermezarkirin

Şêniyên herêmên başûrê Kantona Hesekê bi xwepêşandanekê dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê û bêdengiya navneteweyî li hember sûcên ku li Efrînê pêk tên, şermezar kirin.

Çalakiyên şermezarkirina sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê didomin. Bi sedan şêniyên herêmên başûrê Hesekê Şedadê, Erîşa, Hedadiyê, Merkedê û Daşîşê xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandan bi beşdariya nûnerên gelek saziyên sivîl û şêniyan li ber avahiya meclîsa navçeya Şedadê dest pê kir û li ber avahiya Partiya Sûriya Pêşarojê sekinî.

Endamê Meclîsa PYD’ê Mistefa Ehmed got: "4 sal berê hêzên me li hember êrîşên dagirkeriya Tirk, balafir, top û bi hezaran çeteyên ku destekê didin wan, berxwedaneke lehengî ya ku 58 rojan meşand.

Xeyal û planên dagirkeriya Tirk dê têk biçin. Em hemû dizanin ku dagirkeriya Tirk hewl dide projeyên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bike, lê bi biratiya gelan û îradeya pêkhateyên Ereb, Kurd û Suryan em ê dagirkeriyê têk bibin û heta rizgarkirina Efrînê û tevahî herêmên dagirkirî em ê berxwedanê zindî bikin."

Di 20'ê Çileya 2018'an de dewleta Tirk a dagirker êrîşî Kantona Efrînê kir û di 18'ê Adara 2018'an de piştî berxwedana gelê Efrînê û hêzên wê ya 58 rojan, Efrîn dagir kir.