Li Hesekê cenazeyên 5 şehîdan hatin veşartin
Bi merasîmeke heybet cenazeyê 5 şervanên azadiyê yên ku di pêngava rizgarkirina bajarê Reqa û Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, li Goristan Şehîd Dijwar hatin veşartin.
Bi merasîmeke heybet cenazeyê 5 şervanên azadiyê yên ku di pêngava rizgarkirina bajarê Reqa û Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, li Goristan Şehîd Dijwar hatin veşartin.
Welatiyên bajarê Hesekê û gundewarên wê cenazeyên 5 şervanên azadiyê Mecid Ugle (Lorens Hesekê), Ehmed Xelo (Rêwan Hesekê), Izedîn Hisên (Lorens Hesekê), Ehmed Elwan (Heyder Şedadê) û Mehmûd Îsamaîl (Întîqam Şedadê) ên ku di Pêngava Bagera Cizîrê û rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Dijwar ve ketin rê.
Li goristanê karwanê şehîdan bi dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ hatin pêşwazîkirin. Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên YPG/YPJ′ê ve destpê kir. Pişte Endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Ehmed Esed axivî, sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û got: ″Şehîd rêya azadî û serkeftinê ji nifşên pêşerojê de ronî dikin″.
Fermandara YPG/YPJ′ê jî Mihabad Koçer jî axivî û destnîşan kir ku bi saya xwîna şehîdan, hevgirtina gelên Rojava-Bakurê Sûriyeyê xurt bû û wiha anî ziman: ″Rizgarkirina bajarê Reqayê nêz bûye. Şervanên azadiyê ku di çeperên şer ên Pêngava Bagera Cizîrê de cih digirin jî, destaneyên lehengiyê li dinivîsînin û rojane bi sedan sivîlan rizgar dikin″.
Mihabad soza şopandina rêya şehîdan heta avakirina Sûriyeke azad û demokratîk, nû kir.
Di dawiya merasîmê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên şehîdan di nava tîlîliyên dayikan û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ de hatin veşartin.